TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûdanî: Me metirsî ji Iraqê rakirin!

Admin L
Nivîskar
📅 23 berfanbar 2024 01:43

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî diyar kir ku divê destkeftiyên ewlehiyê bên parastin û wan karî metirsiyan ji nav welêt rakin.

Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Sûdanê îro Yekşemê 22.12.2024ê li parêzgeha Neynewayê serpereştiya civîna saziyên ewlekarî û leşkerî kir.

Sûdanî amaje bi wê yekê kir ku nabe ti bûyerek ku bandorê li aramiya parêzgeha Nînowa û Iraqê bike, neyê paşguhkirin, Sûdanî tekezî li ser pêwîstiya parastina destkeftên ewlehiyê kir got,

"Iraqiyan ji bo destkeftiyan qurbanî dan."

Sûdanî diyar kir:

"Me karî metirsiyên ewlekarî yên li ser welat ji holê rakin, bi taybetî kêşe û metirsiyên ku ji ber bûyerên li Sûriyê di van hefteyên dawî de rû didin li herêmê."

Parve bike: