TR KU SO
FB X
Cîhan

Sullivan: Rûsya dikare di her kêliyê de êrîsî Ukraynayê bike

Admin L
Nivîskar
📅 14 sibat 2022 16:04

PeyamaKurd Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan ji CNNê re diyar kir û got, Amerîka nikare pêşbîniyê bike ka Rûsya wê kengî dest bi “dagirkirina Ukraynayê” bike, lê ew dikare di her kêliyê de êrîş bike.

Jake Sullivan eşkere kir: “Em nikarin rojeke diyarkirî pêşbîn bikin, lê Rûsya dikare di her rojê de dest bi dagîrkirina Ukraynayê bike û dibe di vê hefteyê de be.”

Sullivan pêşbînî kir û da zanîn: “Dibe ku Rûsyayê piştî Olîmpiyatên ku di 20ê Sibatê de bi dawî dibin dest bi dagîrkirina Ukraynayê bike”  û diyar kir, rêveberiya Serok Joe Biden jî hîn jî dibîne ku Rûsya wê “rêyek dîplomatîk” hilbijêre.

Herwiha destnîşan kir: “Rêbaza ku Rûsya hêzên xwe li ser sînorên Ukraynayê kom kirine, bi zelalî nîşan dide ku eger heye Moskow di demek pir nêzîk de gavên leşkerî yên mezin li dijî Ukraynayê bavêje.”

Di berdewamiyê de Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê eşkere kir, Washington û NATO amade ne bi hevpeymanên xwe re bersiva her gavek leşkerî bidin.

Sullivan eşkere kir, Amerîka û hevalbendên wê, wê axa NATO biparêzin û lêçûnan li ser Rûsyayê bisepînin, eger ew destêwerdanê di Ukraynayê de bike.

Parve bike: