Cîhan
Sûriye êrîs bir ser Îdlîbê:16 mirî
Li herêma Îdlîbê, îro ber destê êvarê hêzên rejîmê êrîş birin ser du gundan û di encamê de 16 sîvîl jiyana xwe dan.
Îdlîb di destê muxalifan de ye û do jî di êrîşekê de 7 kes jiyana xwe dabûn. Bi sedema ku Îdlîb di destê muxalifan de ye, tenê di meha yekê de 211 sîvîl mirine û 447 kes jî birîndar bûne.