TR KU SO
FB X
Cîhan

“Sûriye garantiyê bide em dikarin berpirsiyariyê hilgirin”

📅 15 îlon 2018 06:19

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand, ku eger li Sûriyê hilbijartineke azad were kirin, welatê wî amade ye beşdarî proseya jinûveavakirina Sûriyê bibe.

Heiko Maas berî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ji medya welatê xwe re axifî û bal kişand ser pirsa Sûriyê û naveroka hevdîtina xwe.

Maas da zanîn ku di hevdîtina ligel Lavrov de wê bi awayekî vekirî ji aliyê Rûsî re bibêje ku divê operasyoneke leşkerî bo ser parêzgeha Idlibê neyê kirin.

Heiko Maas daxwaz ji Sûriyê kir ku garantiya vegerê bide koçberên ji ber şer reviyane û got: "Eger li Sûriyê çareseriyeke siyasî çêbibe ku rê li ber hilbijartinên azad veke, em amade ne di proseya avakirinê de berpirsyariyê werbigirin."

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas bal kişand ser rola Rûsyayê ya li Sûriyê û got, armanca wan ew e ku nehêlin karesateke mirovî li Idlibê çêbibe.

Parve bike: