TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûriye | Hejmar zêde bû, lê qedexe hat rakirin

Admin H
Nivîskar
📅 26 gulan 2020 20:51

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya rejîma Sûriyê ragihand ku 15 kesên din ên ji derveyî welêt derbasî Sûriyê bûne, bi vîrûsa koronayê ketine.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê 9 kes ji Kiwêt, 5 Siûdî û yek jî ji Îmaratê derbasî Sûriyê bûne.

Bi vî awayî li Sûriyê heya niha hejmara kesên bi vîrûsê ketine, gihîşt 121 kesan ku 41 kes baş bûne û 4 kes jî mirine.

Tevî zêdebûna pêketiyên koronayê jî rejîma Sûriyê îro, çûnûhatina nava parêzgehan û qedexekirina derketina derve ya bi şev bi temamî rakir û dema vekirina dikanan jî ji seat 8ê sibehê heta 7ê şevê dirêj kir.

Parve bike: