Sûriye - Rojava | Ji Fransayê daxuyaniyeke nû hat
PeyamaKurd - Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly ragihand ku biryara Trump a vekişîna ji bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gelekî giran e û got, “Hîn peywira li Sûriyê temam nebûye”.
Parly ji radyoya RTL re ragihand, “Em tevî wan gotinên ku rêxistina terorîst DAIŞ bi temamî hatiye paqijkirin nabin. Biryara Amerîkayê gelekî giran e. Li gor me hîn peywir temam nebûye.”
Karbidestên hikûmeta Fransayê piştî biryara vekişîna ji Sûriyê ya hêzên Amerîkayê ragihandibûn ku ew amade ne cihê bikevin cîhê Amerîka vala bike û ji Sûriyê dernakevin.
Koşka Elîze ya Fransayê ragihand ku dê Hevserokên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Riyad Derara ku baskê siyasî yê HSDê ye, bi Serokomar Emmanuel Macron û karbidestên Fransî re bicivin. Tê çaverêkirin MSD ji Fransayê bixwaze li Rojavayê Kurdistanê bimînin û alîkariya wan berdewam bikin.