TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûriye | Rûsyayê koma ku bi HTS re ser dike bombebaran kir!

Admin H
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2022 15:36

PeyamaKurd - Balafirên şer ên Rûsyayê baregehên çekdarên koma Siqûr Şemal ên li Kefer Cenê û Ezazê bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyên herêmê, balafirên şer ên Rûsyayê baregehên koma çekdar a bi navê Siqûr Şemal ên li gundê Kefer Cenê yê navçeya Şera ya rojhilatê Efrînê û yên herêma Ezazê ya dikeve hember Efrînê bombebaran kirin.

Hêjayî gotinê ye, Siqûr Şemal yek ji wan komên li hember Heyet Tehrîr El Şam (El Qaîde-Cebhet El Nusra ya berê) şer dike ye ku niha ketiye heta navenda Efrînê.

Parve bike: