TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûriye û Urdunê komîteya ewlehiyê ava kirin

Admin H
Nivîskar
📅 28 cotmeh 2026 12:38

PeyamaKurd - Wezaretên Karên Derve yên Sûriyeyê û Urdunê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin ku wan ji bo şopandina operasyona leşkerî ya Urdunê ya li gundewarê Derayê komîteyeke ewlehî ya hevbeş ava kirine.

Tê payîn ku ev komîte sedemên êrîşê bikolîne û ast û koordîneya meydanî û îstîxbaratî ya di navbera her du welatên cîran de zêdetir bike û pêş bixe.

Ev daxuyaniya hevbeş piştî peywendiyeke telefonî ya di navbera Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen El Sifdî û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed El Şêbanî de hate dayîn.

Di axaftinê de mijara bomberdûmanê hate gotûbêjkirin û aliyê Urdunê bi bîr xist ku wan xaleke girêdayî rêxistina DAÎŞê di operasyonê de kiribû armanc.

Parve bike: