TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûriye | Xelkê Siwêdayê 39 roj in banga bicihanîna madeya 2254 dike

Admin H
Nivîskar
📅 27 îlon 2023 23:39

PeyamaKurd – Xelkê herêma Siwêda ya Sûriyê ku sala 2011an çiraya şoreşê vêxistibû, ev 39 roj in ji bo pêkanîna madeya 2254 a Neteweyên Yekbûyî bo çareseriya krîza Sûriyê xwepêşandanan dike.

Xelkê Siwêdayê xwepêşandanên xwe didomîne û di 39emîn roja destpêkirina xwepêşandanan de, cardin banga pêkanîna biryara 2254 û têkoşîna ji bo wê kir.

Di xwepêşandanan de, xelk banga azadiyê û mafên xwe yên rejîma Sûriyê binpê kirine tê kirin.

Di pankartên xelkê Siwêdayê de diruşmên wekî; “2254 gendekaran ditirsîne”, “Nedize hikumet” û “Tê kengî fêm bikî ev welatê me yê tu kontrol dikî, ne welatê te ye û em lê dijîn”.

Parve bike: