Suriyeyê, akredîtasyona BBCyê betal kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, hikûmeta Suriyeyê biryar da ku akredîtasyona çapemeniyê ya televîzyona giştî ya Brîtanî BBCyê betal bike.
Di nûçeya BBCyê ya dawî de hatibû gotin ku têkiliya malbata Esad, bi bazirganiya amfetamîna bi navê Captagon re heye.
Amerîka, Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê; hikûmeta Suriyeyê, bi berhemanîna Captagon tawanbar kirin û Serok Beşar Esad wekî yek ji kesayetiyên sereke yên bazirganiyê bi nav kiribû lê belê Şamê ev tawan red kiribû.
Her wiha hat zanîn ku hikûmeta Suriyeyê di biryara xwe ya derbarê BBCyê de amaje bi raporta Captagonê nekiriye. Di raporê de hat îdiakirin ku BBCyê, ji şerê navxweyî yê ku di sala 2011an de dest pê kiribû de ‘agahiyên subjektîf û derew’ pêşkêş kiriye.
Wezareta Ragihandinê ya Suriyeyê, li ser mijarê da zanîn ku BBC çend caran hatiye hişyarkirin lê belê weşanên xwe yên xapînok berdewam dike.
Ji qada BBCyê jî hat ragihandin ku ew ê ji bo xwendevanên xwe yên Ereb, di ragihandina nûçeyên bêalî de berdewam be.