Swêd: Em bi hêvî ne ku endamtiya me…
PeyamaKurd- Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ragihand ku ew hîn jî "hêvîdar e" ku Swêd heta hefteya bê, endamtiya NATOyê temam bike.
Ulf Kristersson, piştî hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Joe Biden a li Washingtonê re daxuyanî da û got,
"Gelek pêkan e ku em bibêjin em beriya Vilniusê yan jî di dema Vilniusê de endamtiya Swêdê ya NATOyê temam bikin. Bi tevahî garantî tuneye. Lê ez jî wekî Serokê Amerîkayê difikirim ku Vilnius ji bo vê yekê demek xwezayî ye. Niha gelek welat dixebitin. Civîna îro ji bo Swêdê civîneke gelek baş bû.
Kristersson got, "Hat kirin ku ne tenê Swêd dikare bibe endam, em derfetên leşkerî yên ku di NATOyê de hewce ne û gelek welat jî jê sûdê werdigirin, bi xwe re tînin. Ez ê tam texmîn nekim. Biryarên welatên cuda cuda ne. "