Swêd: Em ê hewl bidin bi Tirkiyeyê re diyalogeke çêker ava bikin
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Swêdê Pal Jonson diyar kir, provokasyona Rasmus Paludan a li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Stockholmê "zerar daye pêvajoya ketina Swêdê ya nava NATOyê."
Jonson, di derbarê Paludanê ku di bin parastina polîsan de hat ber Balyozxaneya Tirk a Stockholmê û li ser şewitandina Qurana Pîroz de daxuyanî da axivî.
Jonson diyar kir, ew ê hewl bidin "bi Tirkiyeyê re diyalogeke çêker ava bikin da ku Swêd di zûtirîn demê de tevlî NATOyê bibe".
Jonson bal kişand ser xwepêşandanên li ber Balyozxaneya Swêdê ya li Stenbolê û xwepêşandana şewitandina ala Swêdê û got, "Li gorî min ev protestokirina helwestên me yên siyasî ye. Lê belê demokrasî, azadiya derbirînê û mafên mirovan nirxên ku em ê bidomînin e. Şewitandina alayên Swêdê jî ne sûc e."
Wekî din, Jonson "hurmeta xwe ya kûr" ji bo kesên ku ji ber vê provokasyona Paludan aciz bûne re diyar kir.