TR KU SO
FB X
Cîhan

Swêd: Em ê rê li çalakiyên PKKê bigirin!

Admin L
Nivîskar
📅 14 tîrmeh 2023 15:03

PeyamaKurd Wezîrê Parastinê yê Swêdê Pal Jonson diyar kir, welatê wî wê bi Tirkiyeyê re li dijî terora navneteweyî têbikoşin û got, "Em ê xwe bidin pêşiya çalakiyên PKKê yên li Swêdê. Ev yek hem ji bo ewlehiya me û hem jî ji bo ewlehiya Tirkiyeyê girîng e."

Wezîrê Parastinê yê Swêdê Pal Jonson lihevkirina Tirkiye, Swêd û NATOyê ya di Civîna Bilind a NATOyê ya ku li Lîtvanyayê hat lidarxistin da û biryara Tirkiyeyê ya ku protokola endamtiya NATOyê ya Swêdê ji Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) re şandiye nirxand.

Jonson got, "Em ê bi Tirkiyeyê re bi hev re li dijî terorîzma navneteweyî têbikoşin. Em ê xwe bidin pêşiya çalakiyên PKKya rêxistina terorê yên li Swêdê. Ev hem ji bo ewlehiya me û hem jî ji bo ewlehiya Tirkiyeyê girîng e."

Rojnameger pirsa "Di encama lihevkirina bi Tirkiyeyê re ya di civîna Vilniusê de pêk hat, gelo Swêd PKK û FETOyê wek rêxistinên terorê dibîne?" Jonson bersiva pirsa, "Ez nikarim bersiveke zelal bidim vê yekê, ji ber ku ez di civînê de amade nebûm, Wezîrê Dadê Gunnar Strömmer hebû."

Jonson destnîşan kir, di peymana sê alî ya ku Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê îmze kirine de mijara ku li dijî kîjan komên terorîst têbikoşin jî cih girt.

 
Parve bike: