Swêd: Em li benda erêkirina Tirkiyeyê ne
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom, li ser endamtiya Swêdê ya ji bo NATOyê diyar kir ku ew ji bo endamtiyê bi temamî li benda erêkirina Tirkiyeyê ne.
Tobias Billstrom, di civîna çapemeniyê ya ku di civîna wezîrên karên derve yên welatên Skandinavya û Baltikê li Rigayê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku welatê wî ji bo endamtiya NATOyê amade ye û ew tenê li bendê ne ku Tirkiye pêvajoya erêkirina serlêdanê bide destpêkirin.
Billstrom di dewama axaftina xwe de got, "Em bi tevahî ji bo endamtiya NATOyê amade ne û em li bendê ne ku pêvajoya erêkirinê li Enqereyê dest pê bike."
Swêdê par ji bo endametiya NATOyê serlêdan kiribû û tevî ku endamên din ên tifaqê serlêdana Swêdê erê kiribû, heta niha Tirkiye û Macarîstanê ev serlêdan qebûl nekiriye.
Her wiha ji aliyê rayedarên Macarîstanê ve jî tê diyarkirin ku dema Tirkiye endamtiya Swêdê qebûl bike, ew ê jî di peyî Tirkiyeyê re vê serlêdanê qebûl bikin.