TR KU SO
FB X
Cîhan

Swêd: Ew welat, ji bo me girîng e

Ruken güler
Nivîskar
📅 04 cotmeh 2023 17:30

PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Swêdê Pal Jonson diyar kir ku Tirkiye ji bo wan hevalbendek girîng e û got, "Dema em bibin endamê NATOyê, em dixwazin bi Tirkiyeyê re têkiliyên baş çêbibin." 

Jonson di Foruma Ewlekariya Warşovayê ya ku li Polonyayê hat lidarxistin de derbarê endamtiya welatê xwe ya NATOyê de axivî û bal kişand ser girîngiya cihê erdnîgariya Swêdê û got ku li ser deryayê û li binê behrê şiyanên wan ên xurt hene.

Jonson destnîşan kir ku li herêma Arktîkê xwedî pisporiyeke baş in û wiha got, "Li herêma Arktîkê rizgarbûn tiştekî din e, şer tiştekî din e. Her wiha ji bo operasyonê li wê herêmê gelek tecrûbeyên me hene." 

Wezîrê Swêdê Jonson bal kişand ku ew dikarin di warên wek nûjenî, hilberîna otomobil û balafirên şer de jî beşdarî NATOyê bibin û got, "Ev çend tişt in ku em dikarin bînin ser maseyê dema ku em bibin endamek tam a hevbendiyê.

Tirkiye hevalbendekî me yê girîng e. Dema ku em bibin endamê NATOyê, em dixwazin bi Tirkiyeyê ra têkiliyên baş hebin. Lê ez dibînim ku ji bo me girîng e ku em bil ez bibin endam.”

Parve bike: