Cîhan
Swêd: Navê ku Tirkiye dixwaze nayê vegerandin!
PeyamaKurd – Swêd biryara Dadgeha Bilind a redkirina radestkirina kesekî 50 salî ku Tirkiyê daxwaza radestkirina wî kiribû, pesend kir.
Hat ragihandin, hikûmeta Swêdê biryara Dadgeha Bilind a ku daxwaza radestkirina navekî ku Tirkiye weke 'gumanbarê terorê' tê îdîakirin red kir, pejirand.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Swêdê TT, hate destnîşankirin ku hikûmetê biryara Dadgeha Bilind pejirand, ji ber ku kesê 50 salî hemwelatiya wî ya Swêdê heye.
Herwiha hat diyarkirin, ev biryar di Civîna Lijneya Wezîran a ku di nava hefteyê de hat lidarxistin de hat girtin.
Daxwaza îadekirina nav ji aliyê Tirkiyê ve di 20ê Mijdara 2022an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû redkirin.