TR KU SO
FB X
Cîhan

Swêd: Tirkiye dê endamtiya me qebûl bike

Ruken güler
Nivîskar
📅 01 îlon 2023 18:32

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom ragihand ku ew hêvîdar e ku Tirkiye endamtiya welatê wî ya NATOyê, di cotmehê de qebûl bike.

Tobias Billstrom, di derbarê endamtiya Swêdê ya NATOyê de daxuyanî da çapemeniyê û  ragihand ku ew hêvîdar e ku Tirkiye endamtiya Swêdê ya di dema vekirina Parlamentoya Tirkiyeyê ku dê di cotmehê de bê vekirin, pêşkêşî parlamentoyê bike û got,

"Hikûmeta Swêdê, di betlaneya havînê de tu sînyalek wernegirt ji bilî ku kartên ku wê demê hatine danîn hîn derbasdar in û daxuyaniya li Vilniusê hîn derbasdar e."

Swêdê, piştî dagirkirina Ukraynayê ya Rusyayê ji bo bibe endaê NATOyê, serlêdan kiribû lê Tirkiyeya endamê NATOyê ji ber fikarên xwe yên li ser hevkariya ewlehiyê, tevgereke erênî ji bo qebûlkirina endamtiyê nîşan nedabû.

Parve bike: