TR KU SO
FB X
Cîhan

Swêd û Fînlanda | “Em ê pabendî rêkeftina sêqolî bin”

Admin H
Nivîskar
📅 05 tîrmeh 2022 22:10

PeyamaKurd – Piştî îmzekirina protokola endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandayê, Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg, Wezîra Derve ya Swêd Ann Linde û Wezîrê Derve yê Fînlandayê Pekka Haavisto civîneke rojnamevanî li dar xistin.

Stoltenberg li ser beşdarbûna NATO ya her du welatan got, "Di wê baweriyê de me ku wê hevpeymanên me bilez proseyeke hêsankariyê bo endamtiyê bicih werînin. Tam nikarim bêjim, lê em behsa mehan dikin.”

Ann Linde jî li ser rêkeftina rakirina vetoya Tirkiyê got ku wan fikarên Tirkiyê cidî girtine û wiha axivî: "Bi rastî jî hêvî dikim proseya pesendkirinê bilez pêk were. Em ê bi tamamî pabendî rêkeftina sêqolî bin û bişopînhin. Wê mekanîzmeyeke hevbeş jî hebe. Hêvî dikim her sê welat jî vê wek rêkeftineke baş bibînin û parlamentoya Tirkiyê jî pesend bike.”

Wezîrê Fînlandayê Haavisto jî diyar kir ku ew xwedî pêwendiyên demdirêj in bi Tirkiyê re û piştevaniya endamtiya Tirkiye ya Yekîtiya Ewropayê dikin, lewma jî hêvî dike ku proseya pesendkirina endamtiya wan a NATOyê bilez pêk were.

Parve bike: