TR KU SO
FB X
Cîhan

Swêdê ji bo serlêdana NATOyê belge destnîsan kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 17 gulan 2022 16:28

PeyamaKurd-Wezîra Karên Derve ya Swêdê, Ann Linde ragihand ku wan wekî welatê Swêdê, belgeya serlêdana endamtiya NATOyê destnîşan kir. Linde da zanîn ku ew ê ligel Finlandiyayê belgeyan radestî NATOyê bikin.

Hat ragihandin ku ji bo pêvajoya fermiyetê were destpêkirin, Swêdê belgeya serlêdana NATOyê destnîşan kir. Wezîra Karên Derve ya Swêdê belge destnîşan kir û ragihandina vê destnîşanê jî dîsa ji aliyê Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde ve hat kirin. Li gorî daxuyaniya Linde, piştî Finlandiya jî belgeya serlêdanê destnîşan bike, ew ê bi hev re radestî NATOyê bikin.

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson jî duh ragihandibû ku di encama hevdîtinên li parlementoyê de biryara serlêdana NATOyê hatiye teqezkirin.

Parve bike: