TR KU SO
FB X
Cîhan

Swîsreyê Balyozxaneya xwe ya li Tehranê jinûve vekir

Admin H
Nivîskar
📅 24 nîsan 2026 18:43

PeyamaKurd - Hikûmeta Swîsreyê bi awayekî fermî ragihand ku balyozxaneya wan a li Tehranê ku ji ber şerê dawî yê li Îranê hatibû girtin, jinûve hatiye vekirin.

Di daxuyaniya hikûmetê de hat diyarkirin ku şandeyeke dîplomatîk ji bo destpêkirina karûbarên fermî şandine paytexta Îranê.

Balyozxaneya Swîsreyê di 11ê Adara borî de, piştî destpêkirina êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, ji ber fikarên ewlehiyê bi awayekî demkî deriyên xwe girtibûn.

Ev gava nû ya Swîsreyê wekî nîşaneya aramkirina rewşa dîplomatîk û vegera asayîbûnê li herêmê tê nirxandin.

Polîtîkaya bêalîbûnê û gavên Bernê

Swîsre ku ev demeke dirêj e polîtîkaya "bêalîbûna çekdarî" dişopîne, di dema şer de li dijî krîzê helwesteke tund nîşan dabû. Bernê piştî destpêkirina operasyonên leşkerî, hemû lîsansên hinardekirina çekan ên nû ji bo Amerîka û Îsraîlê rawestandibûn û qada xwe ya asmanî ji bo geştên leşkerî yên Amerîkayê sînordar kiribû.

Vekirina balyozxaneyê di vê qonaxê de nîşan dide ku Swîsre dixwaze rola xwe ya navbeynkariyê ya kevneşopî dîsa deyne holê, nemaze di demekê de ku danûstandinên aştiyê li Pakistanê di navbera aliyan de berdewam dikin.

Parve bike: