Talîban a Pakistanê (TTP) li hinek deveran ciyên kontrolê danîne
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Talîban a Pakistanê (TTP) li Pakistanê li herêma Swatê noqteyên kontrolê daniye. Li gor hin çavkaniyan; li herêma Swatê li devera çiya li Balasûr Top ê, TTP noqteyên kontrolê daniye û li Mattayê endamên rêxistinê serbest digerin.
Li gor nuçeyên Pakistanê; dagera endamên TTP ê ji bo herêma Swatê bûye sedema tirsa xelkê û hemwelatî ji hukumetê xwestine ku tedbîran bigrin.
Televîzyona Geo News ê ragihandiye ku li devera Swatê 200-250 endamên TTP ê hene û li gor peymana bi hukumetê re kirine, endamên rêxistinê dageriyane Swatê. Nişteciyên Swatê piştî bûyerê bihîstin, li deverê xwepêşandan kirin û bûyerê protesto kirin.
Di protestoyên li deverên Kabal û Hawazakela de, xwepêşandêr slogana weka “Em li Swatê aştiyê dixwazin, ne terorê” qêriyan.
Hukumeta Pakistanê û TTP di 10 ê gulanê de lihev kiribûn û agirbesê ragihandibûn.
TTP, bi yekgirtina 13 rêxistinan di sala 2007 an de hatibû damezrandin û li Pakistanê sîvîl û leşkeran xistibû hedefa xwe. Ji sala 2014 an heya niha ji TTP ê 5 hezar û ji leşkeran ji 700 kesî zêdetir mirov hatine kuştin.