Cîhan
Talîban: Em li bendê ne welatên Ewropî balyozxaneyên xwe vekin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rêveberiya Talîban a Afganistanê Emîrxan Muttaqî ragihand ku rêveberên nû yên Afganistanê hêdî hêdî li qada navdewletî têne naskirin û ew nêzîkî naskirina fermî bûne.
Emîrxan Muttaqî ji AFPê re daye xuyakirin, “Rêveberên nû yên Afganistanê hêdî hêdî di qada navdewletî de tê naskirin” û gotiye, ji Washingtonê dixwazin cezayên li ser Afganistanê rake da ku alîkarîya kêmkirina qeyrana mirovî bike.
Herwiha Wezîrê Derve yê Talîbanê gotiye, “Civaka navdewletî dixwaze bi me re têkiliyê deyne. Di vê mijarê de me serketinên baş bi dest xistin. Em li bendê ne ku balyozxaneyên hinek welatên Ewropî û erebî jî bên vekirin.”