TR KU SO
FB X
Cîhan

Talîbanê, hemû çalakiyên Swêdê yên li welêt rawestadin

Ruken güler
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2023 17:34

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên hikûmeta demkî ya Talîbanê ve hat ragihandin ku wan çalakiyên Swêdê yên li Afganîstanê rawestandine.

Hikûmeta Talîbanê ragihand ku hemû çalakiyên Swêdê yên li Afganîstanê, ji ber ku destûr daye şewitandina Qurana Pîroz, hatine rawestandin.

Berdevkê hikûmeta demkî ya Talîbanê Zebîhullah Mucahîd, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand ku hemû çalakiyên Swêdê yên li Afganîstanê hatine rawestandin û heta ku ji misilmanan lêborîna xwe nexwazin, dê ev biryara wan berdewam be.

Mucahîd, şewitandina Qurana Pîroz wekî bûyereke quretiyê pênase kir û got ku hewce ye hemû welatên Îslamê têkiliya xwe bi Swêdê re ji nû ve di ber çavan re derbas bikin.

Parve bike: