Cîhan
Tanqên Ûkraynayê li konwoya Rûsyayê xistin
PeyamaKurd – Ûkrayna hewl dide ku êrîşên Moskovayê ji ser xwe dehf bike û îro konwoya alavên zirxî ku diçû Ûkraynayê, artêşa Ûkraynayê bi fuzeyên tankan li konwoyê xist. Dema artêş li tanqekî Rûsî dixe, dîmenên daxistin ser çapemeniyê.
Her weha dîmenên helîkoptera Rûsyayê ya nêzî Kîevê ku ji aliyê Ûkrayna de tê xistin, daket ser çapemeniyê. Dema helikopter di nav agir de dikeve xwarê, kamera dîmenên wê tesbît dikin.