Tatbîqata NATO yê wê li Norweçê be
PeyamaKurd- Tatbîqata NATO yê, vê carê wê li Norweçê bêkirin. 50 hezar leşker, 150 balafir, 50 heb keştî û 10 hezar erebe wê tevlî tatbîqatê bibin. Navê tatbîqata vê carê ku gelek mezine, "Trident Juncture 18" ye û wê 25 ê cotmehê de destpêbike û di 7 ê meha 11an de biqede.
NATO bi 29 muttefîk û 6 hevkarên xwe ve tatbîqatê dike. Medya tatbîqatê weka xwe nîşandana qewweta NATO yê radigihîne. Hêzên hewayî, bejayiyê û deryayî wê tevli tatbîqatê bibin û di her sê sehayan de wê tatbîqat çêbibe. Tatbîqat wê bi giranî li Norweçê bimeşe lê Atlantîka Bakûr, Behra Baltikê bo deryayê û seha hewayî ya Fînlandiya û Îsweçê wê bo hêzên hewayî bên bikaranîn.
Amerîka, Almanya, Norweç, Brîtanya û Fransa dewletên ku herî zêde leşker dişînin tatbîqatê ne.
Tatbîqat bi sedema ku di sermayê de dê bêkirin, wê şiyanên leşkeran yên di hewa serma de bipêş bixe.