TR KU SO
FB X
Cîhan

Tehran: Gotinên balyozê Bexdayê sas hatine sîrovekirin

Admin H
Nivîskar
📅 01 adar 2021 21:22

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê li ser krîza bangkirina balyozê Îranê ji aliyê Tirkiyê ve axivî û got, gotinên Balyozê Îranê li Iraqê Îrec Mescidî yên derbarê Tirkiyê de şaş hatine fahmkirin û mijar hatiye çareserkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade derbarê nakokiyên Îran û Tirkiyê li ser daxuyaniya Balyozê Îranê Îrec Mescidî diyar kir ku ew gotin bi şaş hatine şirovekirin.

Xetîbzade got ku Îran û Tirkiye li ser serweriya Iraqê hevnêrîn in ku divê li gorî yasayên navdewletî serweriya Iraqê bê parastin û ti nakokiyek di navbera wan de nîne. 

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê destnîşan kir ku şîroveyên nerast li ser gotinên Balyozê Îranê hatibûn kirin û piştî pêwendiya navbera herdu aliyan mijar çareser bûye.

Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescidî gotibû, ti pêwendiya Şingalê bi Tirkiyê re nîne heya ku biryaran li ser bide û ew bi hemû awayekî gefên Tirkiyê red dikin diyar kiribû, nabe hêzên Tirkiyê bi ti awayî axa Iraqê dagir bikin.

Piştî van gotinan Balyozê Tirkiyê yê Iraqê jî bertek ji balyozê Îranê re nîşan dabû û Tirkiyê jî banga protestoyê li balyozê Enqere yê Îranê kiribû.

Herwiha Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniya Îrec Mescidî ya derbarê binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve bi tundî red kiribû û gotibû operasyonên Tirkiyê di çarçoveya hewlên dijî terorî de ne.

Li aliyê din li ser gotinên, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku gotibû, PKK yî li Îranê hene, Îranê jî bangî Balyozê Tirkiyê yê Tehranê Derya Ors bo Wezareta Derve kiribû nerazîbûn nîşan dabû.

Parve bike: