Cîhan
Tehranê ji cîhanê xwest cezayên Washingtonê bi cih neyînin
PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Îranê li hember pakêta cezayên aborî yên nû yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ev biryar wekî "neqanûnî" û "terorîzma aborî" pênase kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çarçoveya van cezayan çi dibe bila bibe, ew Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY), hiqûqa mirovî û mafên mirovan bin pê dikin.
Wezaretê bang li hemû welat û hikûmetên cîhanê kir ku xwe ji bicihanîna van cezayên yekalî dûr bixin û diyar kir ku piştevaniya van biryaran tê wateya alîkarîkirina Washingtonê ji bo ferzkirina îradeya wê li ser dewletên din.