Cîhan
Tehranê û Riyad hev tehdîd dikin
PeyamaKurd- Piştî êrîşa ser merasima bajarê Ahwaz ya ser bi Îranê, Tehran û Riyad dest bi tehdîdan kirin. Welîahd prensê Erebistana Si’ûdiyê Muhammed bîn Selman got ku dê îzin nedin ti kesê ku zerarê bide desthilatiya welatê wî.
Îran, ji êrîşa merasima bajarê Ahwazê Erebistana Si’ûdiyê berpirs girtibû ku piraniya xelkê wê derê Ereb e û 25 kes jiyana xwe dabûn. Selman, li ser beyanên Îranê bi awayeka tund bersiva Îranê, bi awayeka nivîskî da.
Artêşa Îranê ragihandibû ku wê “toleka bi mirin û ku nê jibîrkirin” ji failên bûyera Ahwazê bistînin.