TR KU SO
FB X
Cîhan

‘Têkane aliyê serkeftî yê Iraqê Kurdistan e’

Admin H
Nivîskar
📅 26 adar 2019 19:41

PeyamaKurd - Di paneleke li Stenbolê de ku ji aliyê rêxistineke sîyasî ya Iraqê ve hat birêvebirin de, parêzgarê berê yê Musilê Esîl Nuceyfî, parlamenterê berê yê Iraqê Omer Abdusettar û gelek pisporên sîyasî yên Iraqê beşdarî kirin.

Parlamenterê berê yê Iraqê Omer Abdulsettar di panelê de got, ‘Eger hikûmeta Iraqê li gor destûrê kêşeyên ligel Herêma Kurdistanê çareser neke wê gavê Amerîka û dewletên din dê wek dewletek serbixwe li Herêma Kurdistanê binêrin.’

Omer Abdulsettar da zanîn ku li Iraqê yekane tişta baş û aliyê serkeftî Herêma Kurdistanê ye û eger Suneyên Iraqê jî wek herêma Kurdistanê nekin dê wêran bibin.

Abdulsettar ev daxuyanî da: ''Herêma Kurdistanê niha li Bexdayê dinêrê ka dê bi çi wî awayî li gel wan danûstaninan bike. Eger Bexda li gor destûrê danûstaninê li gel Hewlêrê neke wê gavê Amerîka û dewletên din dê wek dewletek serbixwe li Herêma Kurdistanê binêrin. Ji xwe li Iraqê yekane tişta baş û aliyê serkeftî herêma Kurdistanê ye û Eger aliyên Sunnî jî wekî Kurdan nekin dê wêran bibin .Niha li Iraqê li gel DAÎŞê, MAIŞ yanî Mîlîşayên Îranê hene û ev mîlîşa kavilkariyê û xerabiya dikin. Li gor min dema DAÎŞ bi dawî bê dinavbera van mîlîşayan û Amerîkayê de şer dê rû bide.''

Parêzgarê berê yê Mûsilê Esil Nuceyfî ragihand, Li Iraqê DAIŞ niha gelekî lawaz bûye lê eger kêşeyên di navbera Bexda û Hewlêrê de çareser nebin wê gavê DAÎŞ dê car din bihêz bibe.

Parve bike: