TR KU SO
FB X
Cîhan

Teklîfa qanûna ceza înfazê di komisyona edaletê de hat qebûlkirin

Admin M
Nivîskar
📅 28 gulan 2021 02:24

PeyamaKurd – Teklîfa AKP ê ya di derbarê qanûna cezayê û înfaza wê de û hinek guhertinên qanûnên din di komîsyona edaletê ya Meclisa Tirkiyê de hat qebûlkirin. Li gor teklîfa AKP ê; heyetên şopandinê, alavên ku di neqla girtiyan de tên bikaranîn, ciyên ku li edliyeyan girtiyan didin rawestandin û li nexweşxaneyan ciyên ku li wan tên dermankirin, heyet dikarin li wan deran lêkolînan bikin, bibînin, ji rêvebiran karibin agahiyan bigrin, dê karibin guhdariya girtiyan bikin.

Heyetên şopandinê, di çarçoveya peymanên navdewletî yên ku Tirkiye îmze kiriye de, raporên ku di encamê de tên amadekirin dê kopyakî wan bidin Rêxistina Giştî ya Kontrolê û Rêxistina Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyê.

Erkeka zêde tê dayîn bo serdozgeran ku biryara dawîlêanîna biryarên dozgeran kontrol bikin, cudahiyên navbera biryaran sererast bikin û biryar li gor qanûne an na, kontrola wan bikin.

Eger dadgeh di derbarê biyaniyên ku ceza dane wan û wan bi şertên kontrola edlî serbest berdane, bo wan derxin derveyê welat, ev xal dê ji aliyê wezareta karên hundir de bê nirxandin.

Welew dest bi înfazê jî kiribin, jin a ku di bin 10 salan de ceza dabinê, eger zarokeka wê ya di bin 15 salî de hebe an jina ku cezayê wê yê pera wergerandibin cezayê zîndanê, eger bavê zarokê jî miribe an di zîndanê de be, eger ji aliyê ewlehiya civakê de talûkeya giran an talûka ber çav tinebe, wê serdozger karibe heya zaroka wê bibe 15 salî, cezayê wê bipaş bixe. Di paşdexistina ceza de wext girîng nîne. Eger zarok bimre an bav ji zîndanê derê an di wexta mudeyê ceza de ji sûceka dinê ceza bidinê, wê paşdexistin bê rakirin û yekser ceza bê tenfîzkirin.

Eger girtiyekî ji zîndanekî bo zîndaneka dinê bê neqilkirin, eger nikaribe perê neqlê bide, wê bê pere bê neqilkirin.

Zîndanî, wê li gor qaîde û rêbaza wezareta dadê, eger li wê zîndanê alavên bingehîn hebin, dê karibin bi rêya elektronîk name bişînin. Zîndaniyên ceza dabinê, dê karibin bo meqamên fermî an bo parêzerên xwe, fax, name û birûskan bişînin. Bo wan, dê tedbîr bên sitendin ku daxwazên navborî bigihên ciyê xwe û ji bilî wan dê kes nikaribe wan bixwîne.

Eger rêvebiriya zîndanan bixwaze, wê kesên ji sûcên terorê, rêxistinî û endamtiya wan hene û eger têkiliyên wan bi derve re talûke be, dê karibin şandinên wan qeyd bikin û bên parastin.

Dê ew qeydiyên navborî di derveyê armanca wan de neyên bikaranîn û bi derên din re neyên parvekirin. Eger li ser wan lêpirsîn nehatibe vekirin û nebûbin mijara dadgehê bo dozê, wê piştî salekî ew belge bên îmhakirin an jêbirin.

Wexta ziyareta zîndaniyan ji 1 sietekî derketiye 1,5 an. Berê yek zîndaniyekî salê carekî dikaribû îzna mazeretê bikarbîne û ew xal hat rakirin.

Parve bike: