TR KU SO
FB X
Cîhan

Tekne wergeriya û 25 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2023 02:46

PeyamaKurd – Li Fîlîpînê li eyaleta Rizalê li bajarokê Binangonanê li qerexê golê di encama wergerandina tekneyekî de 25 kes mirin û 6 kes wenda ne. Rêvebir ragihandin ku bi sedema bayê rêwiyên di teknê de ketine panîkê û li rexekî teknê kom bûne û lewra tekne wergeriyaye.

Di encama rizgarkirin û lêgerîna ewlehiya perevên Fîlîpînê (PCG) cesedên 25 kesan derxistine, 40 kesan rizgar kirine û ji bo 6 kesên wendayî xebat dewam dike.

Parve bike: