TR KU SO
FB X
Cîhan

Telefona leşkerî ya artêşa Îsraîlê kete destê sivîlên Sûriyê

Admin H
Nivîskar
📅 30 hezîran 2026 19:05

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya rojnameger Nîr Dvorî ku di televizyona Kanal 12 a Îsraîlê de hat weşandin, leşkerekî Îsraîlê dema li herêma tampon a li sînorê Sûriyeyê li ser kar bûye, telefoneke leşkerî ya nihênî ku di operasyonên taybet de dihat bikaranîn winda kir.

Di nûçeyê de hat eşkere kirin ku ew telefona krîtîk piştî demekê ji aliyê sivîlên li aliyê Sûriyeyê ve hatiye dîtin.

Hate diyarkirin ku ev bûyer bû sedema fikarên mezin ên ewlehiyê di nav sîstema leşkerî ya Îsraîlê de, ji ber ku cîhazên wiha agahiyên stratejîk û torên pêwendiyê yên nihênî di nav xwe de dihewînin.

Hat ragihandin ku piştî vê bûyerê, artêşa Îsraîlê ji bo rêgirtina li ber metirsiyeke mezin a ewlehiyê, şîfre û kodên têketinê yên hemû cîhazên leşkerî yên bi vî rengî bi lez guhertin.

Li gorî zanyariyan, hîn baş nayê zanîn bê ka kesên ku ew telefon ketiye destê wan karibûne bikevin nav sîstema cîhazê yan na.

Parve bike: