TR KU SO
FB X
Cîhan

Televîzyona nêzîkî AKPê hosteyê kebaban weke analîstê hilbijartinan derxist ser ekranê

📅 05 nîsan 2019 16:50

PeyamaKurd – Televîzyona nêzîkî hikûmeta  AKPê, A Haberê hosteyê kebaban weke analîstê hilbijartinan derxist ser ekranê.

Piştî hilbijartinên Tirkiyê nirxandin û nîqaşên li ser encaman didomin. Yek ji van kesên ku li ser encaman nirxandin kir jî Kenan Demir e ku weke 'analîstê hilbijartinan' derketibû ser ekranan.

Derket holê ku, Kenan Demir ê ku weke‘analistê hilbijartinan li Amerîkayê’ derketiye ser ekrana A Haberê û bi awayekî zindî ‘nirxandinên siyasî’ kiriye hosteyê kebaban e û xwediyê mekanekî bi navê Sultan Kebapê ye li North Carolin a Amerîkayê.

Kanala A Haberê derbarê bêisûliyên ku li ser hilbijartinên Amerîkayê hatine kirin nûçeyek çêkir ku di encamê de serok hatiye guhertin. Ji bo vê rewşê binirxîne Kenan Demir weke ‘analistê hilbijartinan li Amerîkayê’ kir mêvanê rûmala xwe lê derket holê ku Kenan Demir ne analîstê hilbijartina yê lê hosteyê kebaban e.

Ji aliyê din ve ji parvekirinê Kenan Demir tê fêmkirin ku ew alîgirekî rijd ê AKPê ye û li ser hesabê xwe propagandaya AKPê jî dike.

Parve bike: