TR KU SO
FB X
Cîhan

Temsîlkarê NH Pedersen: Hindik maye em lihev bikin

Admin M
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2019 02:51

PeyamaKurd- Temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî yê bo Sûriyê Geir Pederson ragihand ku bo lihevkirina mijara avakirina destûra Sûriyê gelek nêzî hev bûne ku li hev bikin. Pederson weha got:

“ Hindik maye ku em li ser avakirina komîsyona destûra Sûriyê lihev bikin. Destûr dê pêşî li ber gelek pirsgirêkên siyasî veke.”

Pederson bo lezdayîna pêvajoya siyasî ya Sûriyê û avakirina destûka Sûriyê ya nû, bo têkiliyan deyne çû payîtexta Şamê Sûriyê. Piştî têkiliyên xwe temam kir derket ber çapemeniyê û weha got:

“Me hevdîtinên erênî û baş kir. Ez bawerim me pêşdeçûnên baş kir. Bi rastî em gelek nêzin ku komîta destûrê ya Sûriyê ava bikin û ev pêşdeçûn dê rê li ber gelek pirsgirêkên Sûriyê veke da çareser bibin.”

Pederson got ku di mijara Idlibê de jî bi rejîmê re axifîne û hêvî dike ku car din li Idlibê aramî çêbibe.

Parve bike: