Cîhan
Temsîlkarê NH yê Sûriyê wê îstîfa bike
PeyamaKurd- Temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî yê Sûriyê Stefan de Mistûra ragihand ku wê îstîfa bike. Mistûra ji sala 2014an heya niha wezîfa temsîlkariya NH yê taybet yê bo Sûriyê dimeşîne. Îstîfa De Mistûra wê di dawiya meha 11an de be.
Mistura 71 saliye û di sala 1971an de dest bi xebata di nava Neteweyên Hevgirtî de kiriye. Karê wî yê ewilî berpirsê bernameya xidayê ya dinyayê bû.