TR KU SO
FB X
Cîhan

Termê zanyara Amerîkî Eaton li Girîtê hat dîtin

Admin H
Nivîskar
📅 09 tîrmeh 2019 23:58

PeyamaKurd – Zanyara Amerîkî Suzanne Eaton ku bi xebatên xwe yên Genetîk û Şaneyên Biyolojîya Molekuler tê nasîn ku ji bo konferansekê çûbû Yûnanistanê winda bû.

Li gorî nûçeya ABC Newsê piştî hefteyekê termê zanyara Amerîkî Eaton li girava Girît a Yûnanistanê hatiye dîtin û hat ragihandin ku roja duşemê termê Eaton teslîmî rayedarên Amerîkî hatiye kirin.

Enstîtuya Max Planck a Bîyolojiya Şaneyên Molekuler û Genetîkê ya Dresden a Almanyayê ku Suzanne Eaton seroktiya wê dike îro sêşemê bi daxuyaniyekê xemgîniya xwe bo mirina Eaton diyar kir, lê derbarê awayê windabûn û mirina wê de ti agahiyek neda.

Hat diyarkirin ku derbarê bûyera mirina Eaton de lêkolîn berdewam dikin.

Parve bike: