Cîhan
Tevgera Sedir: Em besdarî civîna 7ê Sibatê ya Parlamentoyê Iraqê nabin
PeyamaKurd – Tevgera Sedir a li Parlamentoya Iraqê daxuyaniyek daa û diyar kir, fraksiyona wan beşdarî civîna 7ê Sibatê ya Parlamentoyê Iraqê nabe.
Li gor Fraksiyona Tevgera Sedir di civîneke çapemeniyê de li ser pêkanîna hikûmetê û proseya siyasî da zanîn; bi fermana Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir du biryar dane.
Biryarên Fraksiyona Sedir wiha ne:
1 – Rawestandina danûstanên ligel fraksiyonên siyasî li ser pêkanîna hikûmetê heta demeke din.
2 – Divê endamên Fraksiyona Sedir beşdarî civîna Parlamentoyê nebin, ku roja duşemê 7ê Sibata 2022yan ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê birêve diçe, lê tenê beşdarî civîna Cîgirê Serokomar bibin.