Cîhan
Tevgera Sedir: Me biryar da di meha Remezanê de tu daxuyaniyeke çapemeniyê nedin
PeyamaKurd – Tevgera Sedir diyar kir, di heyama meha Remezanê de, em ê bêdengiyê hilbejêrin û tu daxuyaniyekî nadin.
Li gor fermangeha ragehandinê ya Tevgera Sedir îro 02.04.2022yê da zanîn: “Biryar dane ku di vê meha Remezanê de tu daxuyaniyeke çapemeniyê bi navê tevgera wan neyê dayîn.
Tevgera Sedir herwiha eşkere kiriye: “Biryara hilbijartina bêdengiyê, di meha Remezanê de li rênmayiyên rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir hatiye dayîn.”
Hêjayî gotinê ye, roja 31.03.2022yê Muqteda Sedir ragirtina hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ji aliyê tevgera xwe ragihand û 40 roj molet da Çarçoveya Hemahengî ji bo pêkanîna piraniya parlamentoyê û diyar kirina serokwezîrê nû yê Iraqê.