TR KU SO
FB X
Cîhan

Tevî koronayê û hisyariyan jî ser û pevçûn berdewam dikin!

📅 14 gulan 2020 15:32

PeyamaKurd – Tevî pandemiya korona virusê (Covid-19) û hişyariyan jî li Lîbyayê di navbera hêzên Xelîfe Hafter û hêzên Lîbyayê şer û pevçûn berdewam dikin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Lîbyayê, milîşeyên Hafterî bi roketan êrîş birin ser hêzên Lîbyayê û di encamê de derdora Nexweşxaneya Navendî ya Trablusê, cadeyên Zayiyê û Sûrê bûne armanc û agir bi hin wesayîtên li derdorê derket.

Cîgirê WezîrêTendirustiyê Muhammed Heysem ragihand k udi encama êrîşê de navenda tendirustiyê zirar dîtiye û demekê edê nikaribe xiametê bide û ev yek jî dê bandrorê li nexweşiya Covid-19ê bike.

“Artêşa Netewî ya Libyayê” derbarê  êrîşa ku 14 kesên sivîl birîndar bûn de daxuyaniyek da û amaje kir ku ew êrîş ne ji aliyê wan ve hatiye kirin.

Hêzên Hafter diyar kir ku hêzên hikûmetê êrîşî herêma di bin kontrola wan de kiriye.

Parve bike: