Tevî sînoran jî hawirdekirina LNG a Rûsyayê li Ewropayê ji sedî 16 zêde bû
PeyamaKurd - Li gorî rapora dawî ya IEEFA’yê, hawirdekirina gaza siruştî ya şidandî (LNG) ji Rûsyayê ber bi Yekîtiya Ewropayê (YE) ve, li gorî heman dema sala borî bi rêjeya ji sedî 16 zêde bûye û gihîştiye 6,9 milyar metrekupê. Tevî ku piştî şerê Ukraynayê Ewropa dixwaze girêdayîbûna xwe ya bi gaza Rûs a kêm bike, Rûsya piştî DYAyê hîn jî çavkaniya duyemîn a herî mezin a LNG’yê ye li parzemînê. Di vê zêdebûnê de bi taybetî Fransa, Spanya û Belçîka roleke sereke lîstin; her wiha di meha Nîsanê de jî ev hawirdekirin li ser bingeha salane ji sedî 17 zêdetir bûye.
Hevsengiya di navbera DYA û Rûsyayê de
Dema ku YE armanc dike ku heta payîza 2027’an hemû hawirdekirina gaza Rûs bi temamî qedexe bike, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi lez cihê gaza boriyan digire û dibe dabînkerê herî mezin ê Ewropayê. IEEFA destnîşan dike ku her çend YE berê xwe daye LNG a Amerîkayê jî, valahiya enerjiyê ya li parzemînê hîn jî bi gaza Rûs tê dagirtin û Fransayê di destpêka sala 2026’an de rekora hawirdekirinê şikandiye. Ev rewş nîşan dide ku veqetîna tam a ji çavkaniyên enerjiyê yên Rûsyayê ji bo welatên Ewropî di aliyê pratîkî de hîn jî wekî dijwariyekê dimîne.