Cîhan
THe Economist: Bêhna serkeftinê hatiye muxalefetê!
PeyamaKurd- Kovara The Economistê di hijmara xwe ya dawî de cih da hilbjartina 24ê Hezîranê ya Serokomariya Tirkiyê û got “Vê carê bêhna serkeftinê hatiye bêhvila muxalefeta Tirkiyê.”
Di berdewama nûçeyê bi sernavê “Li dijî Erdogan Bêhna serkeftinê hatiye muxalefetê” de The Economistê wiha nivîsî: “Vê carê dibe ku Serokomarê Tirkiyê yê otorîter, leqayî hinek pirsgirêkan were. Lewra li gorî anketan Meral Akşener nêzîkî ji %18-20 rayan distîne. Muharrem İnce jî niha gelekî populer e û bi gelê dîndar re jî pêwendiyê pêk tîne. Di van mehên dawî de, xirabûna aboriyê jî li dijî Erdogan rewşê diguhere.