TR KU SO
FB X
Cîhan

The Telegraph: Pûtîn amadekariya seferberî û serekî gistî bo Ukraynayê dike!

Admin H
Nivîskar
📅 01 gulan 2022 18:24

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn ji bo Ukraynayê amadekariya ragihandina şerekî giştî dike.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên rûsî ku ji rojnameya Brîtanî The Telegraph re ragihandine,  Pûtîn amadekariya şerekî giştî li seranserê Ukraynayê dike.

Herwiha hatiye diyarkirin ku êdî wê Rûsya peyva ‘operasyona taybet’ bo Ukraynayê bikar neyîne û şerekî bi seferberiya giştî ragihîne.

Rayedarekî leşkerî yê rûsî ji The Telegraph re daye xuyakirin, "Artêş ji ber serneketina êrîşên asmanî yên ser Kîevê bi hêrs e. Kesên nav artêşê ji bo têkçûnên berê yên li Ukraynayê telafî bikin, dixwazin tolhildanê bikin û bipêşve biçin.”

Hêjayî gotinê ye, artêşa Rûsyayê bi fermana Pûtîn ji 24ê Sibatê ve êrîşên dagirkirina Ukraynayê didomîne û heta niha gelek bajarên Ukraynayê wêran bûne û bi deh hezaran xelkên sivîl jî bûne qurbaniyên vî şerî.

Parve bike: