TR KU SO
FB X
Cîhan

The Telegraph: Putin paswerê xwe diyar kir!

Ruken güler
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2022 18:00

PeyamaKurd- Li gorî yek rojnameya Brîtanyayê ya The Telegraph ku li welêt xwedî girseyeke pêbawer e, Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, kesê ku dê bike cihê xwe diyar kiriye. Li gorî îdiaya rojnameyê, Sergei Kiriyenko paşwerê Putin e.

Li gorî nûçeya ku hat belavkirin û deng veda, Vladimir Putin; Sergei Kiriyenko yê 60 salî, wekî kesê ku dê cihê wî bigire, destnîşan kiriye ango Sergei Kiriyenko êdî paşwerê Putin e.

Nûçeya ku spartiyê îdiayên Şefê Îstîxbarata Leşkerî yê Ukraynayê Kyrylo Budanov hatiye belavkirin, Sergei Kiriyenko yê ku wekî kesê her tiştê Putin dizane tê naskirin e û Vladimir Putin pê gelek bawer e.

Her wiha hat diyarkirin ku kes bi vê plana paşweriyê nizane lê belê dema ku Putin di salên 1990î de piştgiriya liberalizma Rojava dikir, Kiriyenko piştgiriya otoriteya wî dikir û ji ber vê yekê jî di vê rêwîtiya felsefîk de Putin bi Kiriyenko gelek ewle dibe.

Sergei Kiriyenko, di sala 1998an de bi qasî 4 mehan Serokwezîrtiya Rusyayê kiribû û piştre ji aliyê Vladimir Putin ve ji bo Serwîsa Ewlehiya Federal (FSB) hatibû tayînkirin. Her wiha tê diyarkirin ku ji roja ku Putin bûye Serokê Dewleta Rusyayê û heta niha Kiriyenko ji cem wî veneqetiyaye.

Parve bike: