TR KU SO
FB X
Cîhan

THY û Pegasus rêwiyên di ser 65 salî de qebûl nakin

Admin M
Nivîskar
📅 22 adar 2020 04:11

PeyamaKurd- Piştî ku bo kesên emrên wan di ser 65 salan de ne, bi sedema berlêgirtina koronavîrusê derketina wan ya bo derve hat qedexekirin, THY (Turkish Airlines) û Pegasusê ragihandin ku wê kesên emrên wan di ser 65 salan de be, rêwîtiya wan qebûl nekin.

Eger rêwî hebin ku bilêta xwe kirîbin, her dû şîrketên rêyên hewayî THY û Pegasus, wê perê bilêtên rêwiyan bidin wan. Berdevkê çapemeniyê yê THY Yahya Üstün di ser hesabê xwe yê twitterê de weha ragihand:

“Rêwiyên me yên 65 salî û yên di ser 65 salan de ne, bo me bi qiymetin. Gelek ders hene ku em ji tecrubeyên we fêde bibînin. Bo hun wan bi me re parve bikin, em dixwazin heya vê pêvajoyê biqede hun li mala xwe bimînin.”

Pegasusu jî bo medyayê ragihand ku heya 30 yê nîsanê ew rêwiyên ku 65 û di ser 65 saliyê de ne,e m dikarin perên bilêtên wan bê kêmasî bidin wan.

Parve bike: