Tirkan vê carê perestgeha Êzidiyan hilwesand
PeyamaKurd - Qeyûmê ku bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû tayînkirin ligor ruhê pêvajoyê perestgeha Êzidiyan û cihê taziyê ku li gundê Efşê yê li berpala Çiyayê Bagokê hilweşand.
Hat ragihandin ku qeyûmê ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû tayînkirin, ji bo cihê şînê ya Êzidiyan a ku li gundê Efşê yê li berpala Çiyayê Bagokê yê Nisêbînê dihat çêkirin, bi fermanekê da hilweşandin.
Li ser fermana qeyûmê şaredariyê tîmên şaredariyê çûn gund û avahiya cihê taziyê û perestgeha Êzidiyan xera kirin. Parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Ali Atalan jî der barê mijarê de li ser hisabê xwe yê Twitterê dîmenê xerakirina avahiyê parve kir û got, "Li vê ferasetê binêrin ku çawa li gundê Êzidiyan Efşê yê bi ser Nisêbînê cihê şîna malê û perestgeha Êzidiyan bi erdê ve dike yek."
Gundê Efşê, gundekî Êzidiyan e û bi ser navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ve ye. Li gund 130 mal û nêzikî 500 kes li hebûn û di navbera salên 1980-1990î de hatibû valakirin. Hinek gundiyên Efşê çûbûn welatên Ewropayê û beriya çend salan hinek ji wan vegeriyan gundê xwe û sala borî dest bi avakirina mala şînê ya 2 qatî kiribûn.