Cîhan
Tirkiyê 11 terorîstên biyanî yên frensî deport kirin
PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku 11 terorîstên biyanî yên frensî bo Fransayê hatin şandin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku “Terorîstên biyanî ji Tirkiyê bo welatên wan têne şandin. Di vê çarçoveyê de 11 terorîstên biyanî yên frensî bo Fransayê hatin şandin."
Dewleta Tirkiyê duh jî terorîstekî biyanî yê Awistralyayî şandibû welatê wî.
Hêjayî gotinê ye ku, ji 11ê Mijdarê û heya niha hejmara terorîstên biyanî yên ji Tirkiyê hatin deport kitin gihiştiye 71ê.