TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye | 193 girtîgehên nû tên avakirin

Admin H
Nivîskar
📅 28 adar 2019 00:44

PeyamaKurd - Wezareta Dadê ya Tirkiye ragihand ku bi ji ber zêdebûna girtiyan di navbera 5 salan de, dê 193 girtîgehên nû li Tirkiye bên avakirin.

Li ser pirsnameya CHPê di Parlementoya Tirkiye de, Wezareta Dadê ya Tirkiyê di bersiva xwe de destnîşan kir ku projeya avakirina 193 girtîgehên nû li Tirkiye heye û sedema vê jî zêdebûna girtiyan e.

Herwiha Wezaretê Dadê di bersivdana CHPê de daxuyakirin, li gor tarîxa 17ê Çileya 2018an li tevayiya Tirkiye 389 girtîgeh hene û ev girtîgeh dikarin 211 hezar 838 girtiyan bigirin.

Parve bike: