TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiyê 3 karwanên leskerî derbasî Sûriyê kir

Admin H
Nivîskar
📅 22 mijdar 2020 16:43

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê sewqîyateke nû ya leşkerî bo herêmên parêzgeha Idil a Sûriyê kiriye ku 3 karwanên ji 60 wesayîtan pêk dihatin derbasî sînor kirine.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku 3 karwanên leşkerî yên artêşa Tirk di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê bûn.

SOHRê daye zanîn ku ew karwan ji 60 wesayîtên leşkerî û lojistîkî pêk dihat û ber bi xalên artîêa Tirk ve çûn.

Li gorî amarên SOHRê Tirkiyê heta niha hezar û 835 wesayîtên leşkerî derbasî herêmê kirine.

Parve bike: