‘Tirkiyê 300 çekdar sandin Libyayê û hezar çekdaran jî perwerde dike’
PeyamaKurd - Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku heta niha 300 çete gihîştine Lîbyayê û hejmara kesên gihîştine kampên perwerdeyê yên li Tirkiyê jî bi qasî hezar çekdaran e.
SORê eşkere kir wan çend deng bi dest xistine ku çekdarên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê bi hinek çekdarên din re axivîne û gotine, “Eger hûn amade bin, hûn ê sibe saet li 10an ji Efrînê derkevin û biçin Terablusê.”
Çavdêriyê da xuyakirin ku çavkaniyên Lîbyayî ragihandine; “Eger em wêneyên li ser ‘google map’ berhev bikin, dê bibînin ev çekdar li devera Selahedîn a li başûrê paytexta Lîbyayê ne. Bi rêya van dîmenan jî em dibînin ku ev çekdar li kampa el-Tekbalî kom bûne. Di rêya xizmeta googlê re dê xuya bike ku ji beriya mehekê ve amadekarî têne kirin. Ev jî tê wateya dewleta Tirk ji zû ve amadekariyên pêşwazîkirina çekdaran dike.”
SOHRê da zanîn ku çekdar û kesên aniha têne perwerdekirin, berê endamên Tevgera Hezim bûn a ku berî çend salan hatibû jihevxistin û mûçeyên wan çekdaran jî hatiye diyarkirin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû ku ew dê piştgiriya Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê zêdetir bikin û Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê jî daxwaza hêza leşkerî ji Tirkiyê kiribû ku Tirkiye ev daxwaz qebûl kiriye.