Cîhan
Tirkiyê 4 DAISîyên Brîtanî dersînor kirin
PeyamaKurd – Tirkiyê di çarçoveya şandina DAIŞîyên li cem xwe ber bi Ewropayê ve, 4 DAIŞîyên hemwelatiyên Brîtanyayê şandin welatê wan.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku wan doh 4 DAIŞiyên Brîtanî şandine welatê wan.
Li gorî zanyariyan, ji 11ê Cotmeha borî ve heta niha, dewleta Tirk 75 DAIŞiyên biyanî dersînor kirine û şandina welatên wan.